Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdul Rehman Mistefa, avakirina herêmeke ewle li bakurê Sûriyê girêda bi bizavên “Piştgiriya çareseriya siyasî” re, û tekez kir ku armanca dawiyê misogerkirina ewlehiyê ye li seranserî welêt.
Îro roja sêşemê, Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku “Piştgiriya herêmeke ewle li Sûriyê dikeve di çarçoveya piştgiriya çareseriya siyasî de, û ne ji bo xistina astengiyên zêdetir di riya wê de ye”.
Û got ku armanca dawîyê misogerkirina ewlehiyê li seranserê welêt û pêkanîna aramiyê bo tevaya gelê Sûriyê ye, ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe, û dabînkirina atmosfereke aram ji bo jiyaneke birûmet û rabûna bi rola xwe di avakirina welatekî azad de.
Mistafa dît ku avakirina herêmeke ewle pirseke giring e, ji bo bibe navçeyeke aram bo welatiyên sivîl li Sûriyê, tevlî rola wê ya ji bo hêsankirina vegera penaberan, û bal kişand li ser giringiya pêkanîna hevahengiyê di navbera Washington û Enqereyê de piştî vekişîna Washington ji Sûriyê, û bal kişand ku armanc ji vê yekê ew e ” Valahî li wan cihên hêzên Amerîkayê jê derdikevin nemîne, û ji hêla rêxistinên terorîst yan jî rêjîmê û hevalbendên wê neyê dagirtin.
Duhî roja duşemê, Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû: ” Emê di demeke nêzîk de aştî û aramî û ewlehiyê li rojhilatê Feratê dabîn bikin, wek ku me li deverên din dabîn kiriye”.
Û got: “Em ê herêmê ji çete û bermayiyên DAIŞ yên li dijî Tirkiyeyê têne perwerdekirin paqij bikin”, û diyar kir ku welatên rojava hewla jinavbirina rêxistina DAIŞ ya terorîst didin, bi riya çekdarkirina rêxistineke terorîst a din.
Û herwiha got: “Welatê me ne bi tenê rêxistinên terorîst ji nav birine, wî bizavên mezin kirine ji bo sivikkirina bandorên krîzên mirovî li herêmên şer”.
Û dubare hatibû ser behsa duristkirina herêmeke ewle li bakurê Sûriyê, piştî ku Amerîka niyaza xwe ya vekişînê ragihand, û Tirkiyê hewl dide ji bo armanckirina wê herêmê û valakirina wê ji hemû rêxistinên terorîst, û tekez kiribû ku dê heta hetayê li benda duristkirina vê herêmê nemîne, û ew amade ne vê yekê bi tena xwe bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê