Serokê Hevbendiya Niştimani ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, Abdul Rehman Mistefa tekezî kir li ser pêwîstiya avakirina herêmeke ewle ku bibe navçeyeke aram bo welatiyên sivîl li Sûriyê, tevî rola wê yekê di hêsankirina vegera penaberan bo welêt.
Mistefa di axaftinekê de ji ajansa Anatolyayê re da zanîn ku bîroka herêma ewle bi xwe ji siyaseta Hevbendiya Niştimanî bû, û berî niha ji aliyê wê hatibû pêşniyarkirin, û herwiha got: “Da ku ew bibe navçeyeke aram ji bo kesên sivîl ên di nava xaka Sûriyê de, û ev yek wê bibe fakterek ji bo asankariya vegera koçber û penaberên ji ber terorê, bê nerîna li netew yan û girêdana olî”.
Wî bal kişand ku divê vekişîna hêzên Amerîkayê bi hevahengiya ligel hevpeymana me Tirkiyê be, da ku valahiyek li cihên vekişîna hêzên Amerîkayê peyda nebe, û şûna wan ji aliyê rêxistinên terorîst yan rejîmê û hevalbendên wê nehête girtin”.
Serokê Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku wî bi şanda Amerîkî re hevdîtin û gotûbêj li ser rewşa li Sûriyê pêkanîn û ” Gotûbêj erênî û baş bûn”, û got “me nerîna Hevbendiyê ji bo çareserkirina li Sûriyê pêşkêş kir, û me behsa rewşa meydanî ya li rojhilatê Firatê kir, û Amerîkîyan dîtina xwe ya derbarê rojhilatê Firatê pêşkêş kir”.
Û diyar kir ku “Hevbendî dê vexwendina ji aliyê Amerîkayê ya di meha bê de cêbicê bike, û divê peywendiyên berdewam hebin bi dewletên kartêker re, çi di warê meydanî de yan jî warê girêdayî bi prosesa siyasî ve, û em bawer dikin ku eger çareseriyeke meydanî li rojhilatê Firatê bibe, wê pêvajoya siyasî hêsantir bibe”.
Wî cext li ser pêwistiya vekişîna çekdarên “PYD” ji Munbicê kir, û vegera koçberên bi zorê hatine koçberkirin, û avakirina rêveberiya sivîl ji welatiyên bajêr re ji xelkê navçeyê, bi riya hilbijartinan piştî vegera wan, wek heman tişta li Efrînê çêbûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê