Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, dibîne ku tu bawerî û rastiya Rûsya nema ye, û tekez dike ku Rûsya nikare aliyekî çavdêr be di Operasiyona siyasî û danûstandinan de, nemaze ko ew şirîka yekser e di tawankarî û tîrorkirina ku li dijî miletê Sûriyê dibe.
Îro Hevbendiya Niştimanî got ku bûyerên li peyhev çi li meydanên şer, an li meydanên siyasî, tekez dikin ko Rûsya çi agirbesta demkî li Sûriyê radighîne, ew yekemîn kese wê bi firokên xwe û yên Esed binpê dike.
Wezareta berevaniya Rûsî çarşembê 15 hezîranê agirbesta 48 demjimêran li bajarê Helebê ragihand, ji şeva 16ê hezîranê roja Pêncşembê dest pê dike, û li gora ew dibêje ev agirbest bi armanca kêmkirina tundûtûjiyê û pêkanîna aramiyê ye.
Û Hêzên Esed û dijminkariya Rûsî bêtir ji 30 caran di 24 demjimêrên pêşî de agirbest binpê kirin, di encamê de bêtir ji 85 sivîlî hat kuştin bi sedema êrîşên asmanî û bombebarana bi topan li ser taxên Helebê û bajarokên derdora wê.
Û binpêkirin dabeşkirî bûn di navbera 20 caran ji Dijminkariya Rûsya, û 13 caran ji Hêzên Esed, û 2 caran ji milîtanên PYD, û milîtanên Îranî jî carekê agirbest binpê kirine.
Rêya Kastîlo ya pevgirêdana herêmên rizgarbûyî ji aliyê (Rêjîma Esed, Milîtanên PYD û dijminkarên Rûsî) ve bi 100 mûşekî hate armanckirin, û di encamê de 3 sivîl ji nav wan du jin şehîd ketin, û çend tirimbêlên sivîlan hatin şewitandin, Her wiha Hêzên Esed Mizgefta Elsabirîn ya ku dikeve Herêma Cisir Elhec bi Bermîlên teqîner armanc kir, di encamê de Mizgeft hate sotandin.
Her weha Firokên Dijminkariya Rûsî bajarê Indan û bajarokên (Xan Toman û Elzirbe, Qibtan Elcebel û Kefernaha û Babîs) li Gundewarê Helebê bi narincokên goşî yên ku li ser asta navdewletî qedexekirî ne bombebaran kirin.
Jêder: Hevbendî