Encûmena Niştimanî Kurdî kiryar û siyasetên PYD bi çi kesên ko ne wek wan diramin re ji miletê Kurd û tevgera wî ya siyasî red û pirotesto dike
Emîndariya giştî ya Encûmena Kurdî di daxuiyaniyekê de tekez kir ko ev kiryar Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê ji tekoşîna wê venakişînin, heta mafên miletê Kurd yên netewî û dîmuqratî li Welat misoger bike, û doz li PYD kir ko dev ji siyaseta xwe ya çewt û metirsîdar berde, ew siyaseta ko li dijî piçûktirîn pirinsîbên dîmuqratiyê û mafê mirovan e, ko dihêle meydan ji hemû Serpereşt û Kadirên rêza pêşîn vala bibe di vê qonaxa giring de ko em hewcedarî wan in.
Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî Kurdî, daxwaz ji civaka navdewletî û raya giştî ya cîhanî kir, da fişarê bidin ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat, ji bo ji siyaseta xwe ya rêbazkirî li dijî Encûmena Niştimanî Kurdî vekişin û yekser Girtiyên siyasî berde.
Tê zanîn ko çekdarên PYD di dema dawî de girtina kadirên siyasî û serpereşt û hevalên partiyên Encûmena Niştimanî Kurdî zêde kiriye, û yên dawî ji hevalên Partiya Dîmuqratî Kurdistan – Sûriyê ev in:
1. Abdullah Heto Endamê Komîta Herêmî, li Amûdê 09.06.2016 hat girtin.
2. Mizgîn Hisên Endamê Komîta Herêmî ji Gundewarê Dirbêsiyê 11.06.2016 hat girtin.
3. Selah Seîd Şêxmûs endamê Komîta Herêmî li Amûdê 14.06.2016 hat girtin.
4. Mehmûd Cindî Lewend endamê Komîta Herêmî li gundê Til Xenzîr herêma Dêrikê di 14.06.2016 hat girtin.
5. Idrîs Hecî Qasim endamê Komîta Herêmî li Amûdê 15.06.2016 hat girtin.
6. Ehmed Ebdî Ebdulkerîm endamê Komîta herêmî li Rimêlan 15.06.2016 hat girtin.
7. Rizgar Mihemed Seîd ji Gundê Bilîsê Herêma Dêrikê 11.06.2016 hat girtin.
Jêder: Hevbendî