Girûpa Azdxwazên Hewranê, beşdarbûna endamin rêxistina Daişê ya terorîst di cîbicîkirina operasyonên kuştinê de bo berjewendiya amûrên ewlekariyê yên rijêma Esed û Îranê dermafê hejmarek ji rikberên rijêma Esed û pirojeya Îranê li parêzgeha Der’ayê diyar kir.
Û Giropê perçevîdyoyek li ser malpera xwe weşand, têde diyar dibe ku rayedarekî rêxistina Daişê li parêzgeha Deraa, navê wî Ramî Elselxedî ye, mukur tê ku têkliya wî ya xurt bi şaxê Ewlekariya Leşkerî re yê girêdayî Şaxê Asayîşên Leşkerî li parêzgeha Deraa heye.
Û wan mukurhatinan diyar kirin ku Elselxedî bi hevrêziya li gel rêxistina Daişê, liva kesên ku rijêm dixwaze wan ji pêşiya xwe bide alî dişopand, her weha behsa civîneke rêxistina Daişê ji bo kuştina rayedarê berê yê Artêşa Azad yê bi navê Kînan Elîd, yê ku piştî du rojan ji vegera wî ji dewleta Îmarata Ereb vegeriyabû kuştin, kir.
Û Elselxedî di mukurhatinên xwe de got ku li gel Emîd Lo’ey Elelî Serokê Şaxê Ewlehiya Leşkerî li Deraa civiya, û Elelî jê xwest ku hin kesayetên bajarê Casim bikuje, nemaze endamên berê yên Artêşa Azad û çalakvanên şoreşger.
Û Girûpa Azdxwazên Hewranê, bal kişand ser ku kiryarên rêxistina Daişa terorîst û rayedarên wê û derbasbûna wê ya deverê di riya curbecur deverên Sûriyê û rêbendên rijêma Esed re, diçespîne ku rijêm û amûrên wê yên ewlekariyê û hevalbendên wê yên Îranî, destê wan di veguhastina rayedarên rêxistinê de heye, ji bo derxistina bihaneyan ji girtina ser deverên ne di bin kontirola wan de re, û kuştina rikberên rijêmê û yên li dijî pirojeya Îranê li deverê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî