Sekretêrê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmejîd Berekat, xweşhaliya xwe bi sizayên nû yên Emerîka der mafê sê efserên rijêma Esed yên ku di êrîşên kîmawî de beşdar bûne anî ziman, û bal kişand ser pêwîstiya berfirehkirina van sizayan daku hemû berpirsên rijêma Esed yên ku destê wan di pêkanîna tawanên cengê de li Sûriyê heye li xwe bigire.
Û Berekat bal kişand ser giringiya sepandina cezayên zêdetir li ser berpirsên rijêma Esed û hevalbendên wê, û Berekat bal kişand ser wê yekê ku Komîteya Şopandina yasaya Qeyser di Hevbendiya Niştimanî de, bi berpirsên cîbicîkirina yasaya Qeyser di Rêveberiya Emerîka de re kar dike, ji bo şopandina aliyên ku destê wan di pêkanîna tawanan de heye, û eşkerekirina wan û sepandina sizayan li ser wan.
Û roja duşemê, Emerîka derbasbûna 3 berpirsên leşkerî yên rijêma Esed qedexe kir, ji ber beşdarbûna wan di pêkanîna êrîşên bi gaza damaran (sarîn) li ser Xotaya Şamê li Sûriyê, di tebaxa 2013an de.
Û Wezîrê Derve yê Emerîka Anthony Blinken, duh di daxwiyaniyekê de, ragihand ku Wezareta Derve derbasbûna Amerîka ji sê berpirsên serbazî yên rijêma Esed re qedexe kiriye, ji ber beşdarbûna wan di êrîşên asîmanî yên sala 2013an de, yên ku têde çekên kîmawî bikar anîn, û herî kêm 1400 kes kuştin.
Hêjayî gotinê ye ku li kêlek sizayên Emrîka, kar bi sîstema sizayên Ewropî li ser berpirsên rijêma Esed di sala 2018an de dest pê kir, bi armanca nehêlana belavbûn û bikaranîna çekên kîmawî, û biryar hebû ku cîbicîkirina sizayan ta 16ê cotmeha sala 2020an be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî