Dîma Mûsa, cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi rêya konferansa Diyalogên Deriya Spî 2019’an, li Roma paytexta Italiyê, beşdarî panelekê bi navê “Sûriya: Gera li Çareyekê ” de kir.
Panel bi beşdariya nûnerê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê Ger Pederson yê wek axêverê sereke bû, gotûbêj li ser çar pirsên bingehîn bûn, yên derbarê boçûna “qeyrana Sûrî” nêzikî dawiya xwe dibe, û asta bisûdebûna çareseriya siyasî bi liberçavgirtina zêdegaviyên dawiyê, û tevî rola Rûsya, û bandora pêşkeftinên vê dawiyê li ser xelkê Sûriyê û pêvajoya nûavakirinê.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî di axaftina xwe de bal kişand li ser wê yekê , gelo proseya siyasî gihiştiyê çi qonaxê? nemaze Komîteya Destûrî ya gera wê ya duyem li roja înê, 29ê mijdarê li Cinêvê bidawî bû, bêyî ku civînên hevbeş lidar bikevin, ji ber sûrbûna şanda rejîma Esed li ser gotûbêjkirina babetên ne di çarçoveya desthilata Komîteya Destûrî de.
Mûsa behsa girîngiya çareseriya siyasî ya berfireh kir, ya ku pêdiviya wê bi bicîhkirina tevahiya biryara 2254 ya Encumena Ewlekariyê heye, û got: ” Encamên çi beşê proseya siyasî wê bêwate bin ; eger nikaribin li Sûriyê cîbicî bibin”, û tekez kir ku divê kar li ser beşên din ên pêvajoya siyasî bibe, ji bo danîna bingeha jîngeheke guncayî.
Mûsa bal kişand li ser girîngiya gihîştina çareseriyek siyasî ji bo miletê Sûrî, bi destê xelkê Sûriyê ji bo gihiştina encama xwestî ya aşitiya domdar, ya dê ne tenê bandorê li hundurê Sûriyê bike, lê wê bandora xwe li asta herêmî û navnetewî jî bike.
Mûsa bal kişand ku divê ev hemû di zûtirîn dem de pêk werin, ji ber her derengiyek tê bi wateya zêdebûna trajediya gelê Sûriyê, û divê em hemû jidil kar bikin ji bo bidawîkirina vê trajedyê.
Mûsa herwiha behsa rola civaka navdewletî û hewcedariya hemû aliyan bi hevkariyê kir, ji bo dîtina zemîneke hevbeş, ku ev yek dê derfetên pêşketina proseya siyasî zêde bike, û tekezî kir li ser giringiya avêtina gavên pêwîst ji bo serrastkirina proseya siyasî û rawestandina hemû operasyonên leşkerî û armanckirina sivîlan, ji bo avakirina baweriyê, bi taybetî yên têkildarî bi kesên binçavkirî, bêserûşûn û koçberan.
Mûsa axaftina xwe bi dawî kir, bi bibîranîna cemawerê mezin ji dîplomatên ji her derê cîhanê, û medyakar, akademîsyen, lekolîner û yên din, ku dema ku ew behsa Sûriyê dikin, çareserkirina encam û nîşanên nexweşiyê bitenê têrê nake, û divê çareseriya sedemên bingehîn yên pirsgirêkan bibe û wiha got: “heta ku ew tişt nebe, trajediya gelê Sûriyê bidawî nabe.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûr