Careke din nivîsên bangên xistina rejima Esed û derketina milîsên Îranî û serbestberdana girtiyan, li ser dîwarên dibistanên bajarê “Dûma” û xaniyên gundên “Dêr Makir” li gundewarê parêzgeha Şamê, hatin nivîsandin.
Li gorî çalakvanên deverê, nivîs li ser dîwarên xaniyên bajarê “Dêr Makir” li gundewarê Şamê li dijî rêjîmê hatibûn nivîsandin, û daxwaza berdana girtiyan ji zindanên rêjîmê û redkirina hebûna milîsên mezhebî yên Iranî li Sûriyê kirin.
Çalakvanan ragihand ku wêneyê serokê rêjîmê Beşar Esed li ser dibistana Tişrîn li Dûma ji aliyê hin kesên nenas hat dirandin, û li ser dîwarên dibistanê diruşim bi daxwaza azadî û rûxandina rejîmê hatin nivîsandin.
Ev kampanya nerazîbûnê ya nû li “Dûma” û “Dêr Makir” hat, piştî derketina xwepêşandanên protestokirinê li bajarên “Kenakir” û “Mereba” li gundewarê Şamê, ku tê de gel daxwaza rûxandina rêjîmê û serbestberdana girtiyan kir, û daxwaza derketina mîlîsên terorîst yên Iranî ji deverê kirin.
Tê zanîn ku li deverên di bin kontirola rêjîmê de li gundewarê Şamê, bi awayekî miştûmir çalakiyên nerazîbûna cemawerî li dijî binpêkirinên ji aliyê hêzên rêjîmê û milîsên hevkariyên wê ve dibin li dar dikevin, herwiha ji bo redkirina kiryarên dezgehên ewlekariyê yên berdewam bi serdegirtina malan û girtina xortan û birina wan bo leşkeriya neçarî.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî