Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa nameyek ji emîndarê giştî yê komkara Erebî Ehmed Ebû Elxêt re şand, tê de zincîra operasiyonên koçkirina kotekî ya ko rêjîma Esed derheqê sivîlan kiriye û ya dawî ya li Xûta rojhelat şirove kir.
Serokê Hevbendiya niştimanî tekez kir ko tawankariyên cengê li Sûriyê ranewestiyane, û awayê rêjîma Esed û hevalbendên wê yên ko rêzê li mafê mirovan nagirin û kuştin û birçîkirin û êşkenceyê pêktînin ji bo şoreşê tune bikin pirotesto kirin.
Û nîgeraniya xwe diyar kir ji rewşa aloz û nediyar ya bajarê Idlibê yê ko bûye cîgehê penaberên herêmên corbicor, û bal kişand ser ko bajarê Idlibê nuha du milyon niştecih lê hene.
Diyar kir ko Xûta rojhelat ket ber mezintirîn operasiyên koçkirina kotekî piştî êrîşeke leşkerî ya hovane bi serpereştiya rêjîma Esed û Rûsya û tê de çekên corbicor yên qedexeya navdewletî bikar anîn, û destnîşan kir ko yên koçkirî ketine ber zordarî, birçîbûn û riswakirinê ji hêla endamên rêjîmê.
Mistefa di nameya xwe de anî ziman ku rewşa parêzgeha Idlibê gihaye asteke aloz û got: ‘’li mal û navendên kombûna derbideran ên pir malbat têde hene, xwarin û ava vexwarinê, hem jî xizmetên tendiristî û bijîşkî gelekî kêm in. ‘’
Û got ku derdê miletê Sûrî berdewam e, û rewş li ser xakê bûye bobelat bi sedema ko civaka navdewletî di rawestandina pêlên peyapey yên koçberan têkçûye, û li hember parastina sivîlan li malên wan bêçare maye, û her weha nikare biryarên Encûmena ewlehiyê cibicî bike, yên ko daxwaz kirine hemû kirdeyên kuştinê rawestin û rê bidin da alîkarî derbas bibin.
Serokê Hevbendiya niştimanî bal kişand ser ko desthilata Sûrî ya demkî lêkolîneke serjimarî derbarê koçberên kotekî çêkir, û lîstak bi pêdiviyên wan yên bilez ên ko divê li navendên pêşwaziya derbideran hebin amade kiriye, û daxwaz kir ko pêrabûnên bilez bikin da xizmetgozeriyên mirovî û bijîşkî dabîn bikin, û bigehên navendên pêşwaziya koçberan li Idlibê, di rêya desthilata Sûrî ya demkî re li gora lîsta pêdiviyan, ya di raportê de hatiye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî