Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, Enes Ele’bide, nameyek ji wezîrên dewletên dostên gelê Sûriyê re yên îro li Siwêsra beşdar in di civîna Lozan de re şand, û El’ebide di nameya xwe de tekezî li ser giringiya rawestandina kuştinê li Sûriyê û nemaze li Helebê kir, tevî nepabendiya bi agirbestên xwecihî yên bûne binyat bo kiryarên koçberkirina neçarî û guhertina demografîk.
Ele’bide daxwaza rakirina dorpêçkirina li ser bajarên dorpêçkirî kir û daxwaza gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê dorpêçkirî kir, herwiha daxwaza derxistina sercem milîsên tayifeperist û bi taybetî derxistina milîsên Heşid Elş’ebî û miîsên Hizbulah ji tevahiya Sûriyê kir.
El’ebide daxwaz kir ku bikaranîna bombeyên lerzandin û weşî û mûşekên valekirinê û bumbeyên napalim, hemû bêne pesind kirin wek tawanên şer û yên dijemirov, û her weha kiryarên koçbariya neçarî û guhertina demografîk li dijî xelkê dorpêçkirî û neçarkirina xelkê li ser koçberiyê bi rêka sepandina agirbestên xwecihî ya wek siyasetek stratîjîk ji hêla Rejimê û Îranê ve tê bikaranîn, ji bo beravêtîkirina piroseya siyasî,
Herwiha Hevbendiya Niştimanî name şandin bo 27 dewlet û rêxistinên navdewletî û di nav de Çîn û Ostraliya û Niyozîland û Mîrgehên Erebî, û têde bi rijdî daxwaza rawestandina kuştinê û dîtina mîkanizmên nû ji derveyê Encûmena asayîşa navdewletî kir li jêr benda “Yekîtî ji bo aştiyê”.
Hêjayê gotinê ye ku taxên rojhilatê Helebê ji sê heftiyan ve, rastî êrîşên hêzên Esed dibin û bi piştgiriya firokên Rûsiya, herwiha ku berî çar rojan hin navçeyên nişteciyan li heman taxan rastî êrîşên dijwar hatin û têde bi dehan kes hatin kuştin.
Jêder: Hevbendî