Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulehed Istêfo, Civînên Lozanê yên ko îro li Siwêsra lidar dikevin rexne kirin, û dît ko”tiştê hevbeş di navbera hemû Civînan de, ji gava daxuyaniya Cinêva 2012an û heta îro, ewe ko Sûrî nayêne vexwendin, û destdanîna Emerîka û Rûsya li ser biryaran”.
Û bêtir got: “ ti encamên van gotûbêjan tune ne, ji bil windakirina demê û dana berepêkan û bêtirkirina rijandina xwîna miletê Sûrî.”
Stêfo got: “venexwendina Sûriyan li Civînên amadekirinê, dibe sedema arîşeyan û alozkirinê û tevlihevbûna kaxezan.”
Istêfo berdewam kir:“Ji Sibatê ve em behsa agirbest û aramiyê dikin, da li gora wê kirdeyên dijminkarî rawestin, lê li ser xakê em dibînin karên berevajî dibin, û hêjî herêmên dorpêçkirî û birçîbûn bêtir dibe, û nuha em derdê koçkirina kotekî dikêşînin” û got “berpirsiyarî bêtir li ser milê Emerîka û Rûsyayê ye”.
Jêder: Hevbendî +Frans Press