Birêz Fûad Alîko endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, û endamê şanda opozisyonê bo gotubêjên Jinêvê, îro roja yekşemê 16/10/2016an, serdana baregehê nûnerayetiya ENKSê li Hewlêrê kir.
Birêz Alîko bi giştî behsa rewşa Sûriyê û behsa bûyerên li ser erdê dibin kir, û herwiha bal kişand li ser bizavên Hevbendiyê û hewlên xistina fişaran li ser aliyên pêwendîdar û dewletên xudan rol di rewşa Sûriyê de û bi taybetî li ser Amerîka û Rûsiya ji bo bidawîkirina bobilata xwîndarî li Sûriyê , û diyar kir ku çawa Sûriya bûye meydana dijatî û serastkirina hesaban, bi rêtina xwîna xelkê Sûriyê û wêrankirina welat.
Alîko û derbarê rewşa kurd bal kişand li ser yaxîbûna PYDê û bikaranîna çekan û aboriya navçeyê li şûna Rejimê, û berdewamiya wê di revandin û girtina çalakvan û serkirdeyên ENKSê, û amaje kir ku serhişkî û tekrewiya wê bû sedema bêparkirina navçeya kurdî ji pêşkêşkirina xizmetgozariyan û alîkariyên tên pêşkêşkirin ji aliyê rêxistinên navdewletî ve.
Herwiha li ser çalakiyên ENKSê yên di hindur Hevbendiya Niştimanî de axifî, û tekez kir ku hemahengî û hevtêgihiştinek baş di navbera Encûmena Kurdî û pêkhateyên din yê Hevbendiyê de nemaze vê dawiyê peyda bûye.
Jêder: Hevbendî