Îro danê piştî nîvro, Nûnerayetiya ENKSê li Stembolê, bîranîna şeşemîn salvegera koça dawî ya serokê Partiya “Yekîtî” Îsmayîl Omer li ofîsa ENKS li Stembolê li dar xist.
Osman Milo peyva ENKSê pêşkêş kir û têde li ser rewşt û tîtal û rola wî ya mezin di tevgera kurdî de axivî, û herwiha pêwîstiya tevgera kurdî bi kesayetiyên mîna Bavê Şiyar anî ziman.
Peyva partiya Pêşverû ji aliyê Ehmed Qasim hat pêşkêşkirin û têde behsa giringtirîn rawestgehan kir yên ku rola nemir têde berz û diyar bû.
Ji aliyê kesayetiya kurd li Turkiyê berêz Qasim peyva partiya Azadî ya kurdistan Tirkiyê hat pêşkêşkirin û di peyva xwe de bal kişand li ser pêwîstiya tevgera kurdî bi kesayetiyên mîna wî.
Herwiha berêz Ebdubasit Hemo peyva hevalên wî pêşkêş kir û behsa giringtirîn qonaxên giring di jiyana wî de kir.
Herwiha heryek ji berêz Miho Nûh peyva Şepêla Pêşerojê pêşkêş kir, her weha Dr. Şiyar Silêman berpirsê wergirandinê di beşê kurdî di Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî de, axaftinek li ser rola Ismaîl Omer di tevgera kurdî de pêşkêş kir .
Û birêz “Bavê Helepçe” ku yek ji hevalên wî yên nêzîk bû, gurzeka helbest li ser xebat û helwestên wî pêşkêş kirin.
Hêjayê gotinê ye ku Îsmaîl Omer her ji damezrandina Partiya Yekîtiya Demokrat “Yekîtî” li Sûriyê li sala 1990, bû serokê vê partiyê û heta roja koça xwe ya dawî kir di roja 18/10/2010an de li Qamişlo, di pileya serokatiyê de bû .
Îsmaîl Omer bi helwestên xwe yên niştimanî yên hevseng dihat naskirin, û xudan roleke giring bû di avakirina têkiliyên tevgera kurdî bi aliyên opozisyona Erebî re, û beşdar bû di damezrandina Ragihandina Şamê de li sala 2005, ku têde daxwaza bidawîkirina 35 salan ji hikumê malbata Esed û dirustkirina hikumraniyek demikratîk hatibû kirin.
Jêser: Hevebendî