Serokê Hikûmeta Sûriyê Ya Demkî Cewad Ebû Heteb ligel şandeyekê, serdana bajarê Ezazê li gundewarê bakurê Helebê kir, û di serdana xwe de ligel çend nûnerên dezgehên saxlemiyê û perwerde û çandiniyê û asayîşê kom bû, da ji nêzîk ve li ser pêdawîstiyên navçeyê raweste, û tekezî li ser giringiya karên dezgehî li jêr sîbera hikumetê kir.
Serokê Hikûmetê û şanda ligel wî, çûn şîn û serdana malbatên şehîdan yên di teqîna terorîstî de jiyana xwe ji dest dan, Teqîna li bajêr hatî pêkanîn û têde hin endamên xwecihiyê û artêşa azad şehîd ketin.
Şandeya Hikûmetê serdana nexweşxaneya navendî li Ezazê kir û têde li şirovekirina rêveberê wê derbarê rewşa birêveçûna kar û pêdawîstiyên bilez ji bo pêşxistina pêşkêşkirina xizmetên saxlemiyê bo welatiyan guhdarî kir, û geşta xwe bi serdana kampên koçberan, nemaze kampên bêserûber bi dawî kir, û ji bo gengeşekirina pêdawîstiyên lezgîn ligel berpirsên wan xêvetan kom bû.
Paşî şandeya navborî serdana bajarokê Mar’h kir, û serokê hikûmetê di serdana xwe de li şirovekirina fermandarekî meydanî guhdarî kir, û ew fermandar li ser rewşa leşkerî ya li navçeyên doruber rawestiya, û herwiha li ser rewşa oparesyonên leşkerî û rizgarkirina “Soran û Elrah’î”, û serokê hikûmetê di serdan û hevdîtinên xwe yên ligel çalakiyên xwecihî, li ser rewş û pêdawîstiyên bajar sekinî.
Li aliyek din, Ebû Heteb sipasiya xelkê Idlibê kir li ser bicîkirina birayên xwe yên bi kotekî ji Elqisêr û Dûma û M’edemiyê û Qudseya û Elhamê û Helebê hatine koçbarkirin, û daxwaza dabînkirina cihên demkî bo wan li Laziqê û Benyas û Ceblê û Tertûsê ji hêzên leşkerî kir, bi rêka karên leşkerî ji bo rizgarkirina van navçeyan, ji bo rê bête girtin li pêş parçekirinê û guhertina demografîk, ya ku Rejim û hevalbendên xwe Rûsiya û Îran dixwazin pêk bînin.
Jêder: Hevbendî