Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Emîndarê Giştî yê Heyva Sor ya Qeterî Balyoz Elî Bin Hesen Elhemadî kir, daku alîkariyên pêwîst bo penaberên Sûrî li Urdunê yên bi nexwaşiya têkçûna gurçikan ketine pêşkêş bike.
Û Elherîrî diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî bengewazî ji aliyê penaberên Sûrî yên derdeseriya nexwaşiya têkçûna gurçikan dikşînin wergirt, û têde eşkere kiriye ku ew her heftetyê hewedarî sê caranên şûştina gurçikan in, û Elherîrî got ku nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Urdun Tariq Ebas pêwendî bi wan re çêkirin û li rewşa wan pirsî, û got ku derdora 130 pêketiyên têkçûna gurçikan hatine jimartin.
Û eşkere kir ku pêketiyan daxwaz ji saziyên navdewletî kirine bo pêşkêşkirina alîkariyê, û di pileya yekemîn de divê peredana mesrûfên çareserkirinê ji bo operasyonên şuştina gurçikan berdewam bibin, ji ber ku nexwaş nikarin mesrûfa wê ya bilind di rewşa xirab yaku têde dijîn de bidin, nemaze piştî rawestandina peredana mesrûfa operasyonan ji aliyê saziyên navdewletî.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Heyva Sor ya Qeterî han da ser rawestana li gel gelê sûrî bo rûbirûbûna vê rewşê, û sipasiyên xwe bo karmendên di heyva sor ya Qeterî de dixebitin li ser karên wan yê mirovahî û hawarçûnê yên berçav pêşkêş kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî