Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Abdul Rehman Mistafa, nameyek ji Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî, Ahmed Abo Alxêt re şand, têde hêviya xwe anî ziman ji bo kar ji bo cîbicîkirina hemû biryarên hatine standin ji aliyê Komkara Erebî bibe, û tevlî radestkirina kursiyê Sûriyê bo Hevbendiya Niştimanî.
Mistafa daxwaz kir ji bo Hevbendiya Niştimanî li ser hemû astan bête vexwendin, da beşdariyê di hemû civînên ji aliyê Komkara Erebî lidar dikevin bibe, û herwiha daxwaza redkirina “Hemû daxwazên nerewa yên hin aliyan yên ji bo radestkirina kursiyê Sûriyê careke din bo rejîma Esed” kir.
Mistefa bal kişand ku baştirîn çareseriya siyasî li Sûriyê wê di riya cîbicîkirina plana veguhestina siyasî bi awayekî tekûz re be, li gor daxuyaniya Cenevre û biryarên Konseya Ewlekariyê, û di serî de biryara 2118 û 2254, û tekezî li ser pêwîstiya avakirina desteyeke hikûmraniya veguhêz kir , da bi erkê veguhestina desthilatdariyê li Sûriyê rabe , ber bi qonaxa avakirina demokratiyê bi beşdariya hemû xelkê Sûriyê bê cudahî.
Serokê Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de bal kişand li ser biryar û helwestên ji aliyê Komkara dewletên Erebî hatine standin, ku hijmara wan 40 biryar bûn, û herwiha xembarîya xwe nîşan da hember guhertina hin dewletên erebî ji helwestên xwe û berpirsyariyên xwe yên yasayî re.
Tê zanîn ku Komkara Erebî biryar dabû li ser helawîstina beşdariya rejîma Esed di Komkara Erebî de, û tevlî birîna hemû pêwendiyên dîplomatîk li gel wê, û pêşkêşkirina kursiyê Sûriyê bo Hevbendiya Niştimanî wek nûnerê rewa û aliyê danûstandkarê sereke ligel komkarê.
Her weha komkarê komkujiyên bi destê rejîma Esad li dijî sivîlan şermezar kiribûn, û di nav wan de komkujiyên bi bikaranîna çekên kîmyayî, û daxwaza parastina sivîlan û pêşkêşkirina hemî cûreyên piştevaniyê ji bo gelê Sûriyê kiribû da parastina xwe bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê