Desthilata Sûrî ya demkî tiştê ko artêşa Libnanî ji girtin û têwerdana kampên penaberên Sûrî li Ersal kiriye pirotesto kir, û dibîne ko ew lidijî yasa û rewiştên navdewletî yên mirovî ne.
Desthilata demkî di daxuyaniya xwe de got ‘’artêşa Libnanî dora kampan dorpêç kir, û bêtir ji 300 penaberên Sûrî ku piraniya wan xort in girtine. ‘’
Bêtir got ko ev kirde ‘’Li dijî hemû rewiştên mirovî û navdewletî û yasayên mafên mirovan û mafên penaberan in ‘’, û destnîşan kir ko tiştê dibe ji bo neçarkirina penaberan li ser vegera Sûriyê ye.
Desthilata demkî hişyarî da derbarê çarenivîsa nediyar ya ko li benda penaberan e, û got penaberên ko neçarî vegerê dibin, gelek ji wan çarenivîseke nediyar li hêviya wan e, û ev bi rastî bi gelek kesên ku vegeriyane herêmên di bin kontrola rêjîmê de re çêbûye.
Wezîrê dewleta Libnanî yê karûbarê penaberan Muîn Emerebî ji acansa Esyoşêtid press roja sêşembê aşkere kir ko 20 penaberên Sûrî ji gava ji Libnanê vegeriyane Sûriyê bi destê hêzên rêjîmê hatine kuştin, û tekez kir ko “20 hatine kuştin, û kuştina sê kesan wî bi xwe belgeh kiriye û bi mirovên wan re jî axiviye.
Desthilata demkî di daxuyaniya xwe de got ku ew nîgeran e bo çarenivîsa penaberên girtî, û daxwaz ji desthilata Libnanî kir ko bi berpirsiyariyên xwe rabe tako penaberên li ser xaka xwe biparêze û nehêle ew ziyanê ji destê kesekî bibînin, û mafên wan li gora yasayên navdewletî bête parastin, û ji dezgehên navdewletî û netewên yekgirtî û nûnerîtiya penaberan daxwaz kir ko bi erkê xwe bo parastina penaberan rabin.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî