“Gropa kar ya ji bo Filistîniyên li Sûriyê” raportek bi dokumentkirina binpêkirinên li dijî Filestîniyan ên li ser destê rejîma Esad her ji destpêkirina şoreşa Sûriyê di adara 2011 de belav kir.
Hevdem ligel roja Navnetewî ya piştgiriya Gelê Filistînê, ku dikeve roja pêncşemê 29 mijdara îsal.
Li gorî raportê, herî kêm 3903 Filistînî li Sûriyê hatine kuştin ji ber êrîşên balafirên rejîmê û Rûsya û dorpêçkirin û pevçûn û îşkenceyê, tevlî bûyerên niqombûnê dema hewldana revê.
Raportê diyar kir ku bi kêmanî 1712 girtiyên Filistînî di girtîgehên rejîma Esad de hene, hê jî çarenivîsa wan ne diyar e, ji encama windakirina bi zorê, û tevlî mirina 560 Felestîniyan di bin îşkenceyê di girtîgehan Esed de.
Beşa lêkolînên grûpê ragihand ku 150 hezar penaberên Filistînî ji binyatê 650 hezaran koçberî derveyî Sûriyê bûne, û zêdetir ji 60% ji wan bi kêmanî carekê di hundirê Sûrî de koçber bûne.
Raportên mafên mirovan hişyariyê didin li ser trajediya dutaq a Filistîniyan li Sûriyê, bi taybetî jî ku li gorî raporta “Şopandina Oropî ji rojhilata navîn re”, pêwistiya 95% ji Filistîniyan li Sûriyê bi alîkariyên mirovahî yên bilez heye, hevdem ku 93% ji wan wek “qels” yan jî “pir qels” tên dîtin.
Raportek nû diyar kir ku qedexe ye ku penaberên Filistînî yên li Sûrîyê derbasî piraniya welatên Ereb û îslamî bibin, û mercên “nepêkan”li ser wan tên danîn.
Giropa navhatî daxwaz ji civaka navnetewî kir ji bo peydakirina mercên pêwîst ji bo parastina Filistîniyan li Sûriyê, û rê bête dan bo derbasbûna karwanên alîkariyên lezgîn li kamp û taxên dorpêçkirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê