Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, nameyek arasteyî Wezîrê Derve yê Kuwêtê Doktor Ehmed Nasir Elmihemed Elehmed Elcabir Elsibah, derbarê piştgiriya derbider û koçberên di kampên bakurê Sûriyê de yên ku rûbirûyî zivistaneke zehmet tên kir.
Û Elmislit minetdarî û spasiyên xwe bo dewleta Kuwêtê û gelê wê li ser rawestana wan li kêleka daxwazên gelê Sûrî û karê ji bo sivikkirina derdeseriyên wan yên ku dirêj kirine ji encama berdewamiya rijêma Esed û piştgirên wê di pêkanîna tawanan dermafê sivîlan de, pêşkêş kir.
Û Elmislit bal kişand ser ku ev zivistan jî ji derbider û koçberên di kampên bakurê Sûriyê de re giran hat, û bi taybetî kampên bêserûber ên li devera Efrînê ya gundewarê Helebê, û got ku ew rastî derdeseriyên zêdetir tên, bi sedema kêmbûna mezin a sotemeniya germkirinê û keresteyên xwarinê de, her weha kombûna lodên berfê û ziyana ku gihiştiya hejmarek mezin ji konên kampê.
Û Elmislit hêvî kir ku dewleta Kiwêtê di bizav û pêşkêşkirina alîkariyê de bo wan kampan berdewam be, ji bo dabînkirina sotemeniyê, daku nişteciyên kampan ji nexwaşî û vegirtina nexwaşiyan biparêze, ji ber ku tevaya nexwaşxane û xalên bizîşkî li deverê derdeseriyê di warê pêşkêşkirina xizmetkariyên bizîşkî bi sedema kêmbûn an jî birîna piştgiriyê ji ser wan dikşînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî