Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê daxwaza standina pêgavên bilez û vebir ji bo parastina sivîlên Helebê û rawestandina êrîşên hovane yên li dijî sivîlan û neçarkirina rijêma Esed ji bo pabend be bi rêkeftina Agirbesta Karên Dijminkarî û gihandina alîkariyên mirovî û pizîşkî bilez û bê xistina astengiyan bo bajarê Helebê û dadgehkirina berpirsên van tawanan ji NY kir, ji ber ku ew çavdêra navdewletî ya serekî ye ji pirosêsa siyasî re.
Nameya Hevbendiyê ji aliyê Serokê wê Enes El’ebde ve ji bo Bankî Mon Sikirtêrê giştî yê NY û ji Fodî Sîk Serokê Encûmena Asayîşê re hat şandin, derbarê tawankariyên hovane yên li Helebê dibin ji aliyê rijêma Esed û hevalvendên wê, û bikaranîna çekên bitewşî û yên qedexekirî li dijî sivîlan, herwiha aliyek din yê nameyê hatiye li ser rewşa mirovî ya gelek xirab a xelkê Helebê ên dorpêçkirî.
El’ebide di nameya xwe de bal kişandiye li ser jikarketina sercem nexweşxaneyên bajêr bi sedema bombebarankirina bitewşî, û mana bisedan kesên birîndar bê derman û çareserî û çavdêriya pizîşkî, ku jiyana wan ketiye di metirsiya mirinê de.
Ele’bide eşkera kir ku navçeyên rizgarkirî li Helebê bûne tabûtek rasteqîne li ser destê rijêma Esed û hevalbendên wê, ji ber ku ambargehên xwarinê bi awayekî fermî ji xwarinê vala bûne û sivîl dibin dorpêçkirinek asê de dijîn.
Ele’bide di nameya xwe de diyar kiriye ku bi sedema bombebarankirina hovane ku zêdetir ji 670 şehîdî ketine bi rêjeya 40℅ zarok in, û koçberkirina zêdetir ji 3000 xêzanan û wêrankirina 11 nexweşxane û navendên saxlemiyê, û 4 caran gaza kolorîn hatiye bikaranîn.
Di nameyê de hatiye: “ku ev zêdegavî wek tawanên şer û yên dijemirov tên dîtin, û ev yek tewanên hovane yên xwîndariya dirêj ya rijêma Esed pirtir dike, herwiha ev zêdegavî hemû biryarên navdewletî binpê dike û di nav wan de herdu biryarên encûmenê 2118 ya sala 2013 an û 2235 ya sala 2015 an yên taybet bi qedexekirina bikaranîna çekên bitewşî li Sûriyê, tevî herdu biryarên hejmar 2254 sala 2015 û 2268 sala 2016 an, yên taybet bi amzekirina agirbesta rawestandina karên dijminkarî û gihandina alîkariyên mirovî”.
Hevbendî dibîne ku rijêma Esed nikarîbû berdewam bimîne di tawankariyên xwe heger xwe parastî nedîtiba ji sizayan; bi sedema bêkêriya civaka navdewletî ya heta niha, û piştgiriya hevalvendên wê û nemaze Rûsiya jê re, herwiha Hevbendiyê tekezî kir li ser giringiya wergerandina gotina bo bibin kar û kiryar û parastina sivîlên Helebê û gerantîkirina xistina sizayan li ser Rijêmê li hember berdewamiya tawankariyên wê li dijî sivîlan; ku ev yek ji erkên NY ye ji ber ku ew erkdar e bo parastina mafên mirov û parastina ewlehî û aştiya navdewletî.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiyê