Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes Elebda, nameyeke nerazîbûnê ji nûnerê Yekîtîya Oripayê yê kar û barê derve û siyaseta ewlehiyê Cozêb Borîl Fontêlis re şand, derbarê bikaranîna hêza bi tundî li dijî penaberên Sûrî.
Elebda di nameya xwe de doz li welatên Oropa kir ku hêza bi tundî li dijî penaberên Sûrî rawestînin, û ji wan xwest ku karîseta ku bi serê gelê Sûrî hateye weke heyî binirxînin, û yasayên nû derbarê wan cîbicî bikin, ji bo danîna sînorekî ji derdeseriyên wan re.
Di heman nameyê de hat xwestin ku Oropa zext û fişaran bike da agirbest li Sûriyê cî bigre, û şer û pevçûn were rawestandin, û alîkariyê bikin da ku careke din pêvajoya siyasî destpê bike, da çareseriyeke siyasî li Sûriyê li gor biryara Netewên Yekbûyî 2254 cîbicî bibe.
Serokê Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de bal kişand ser ku gelê Sûrî di mezintrîn karîset de dijî, ji ber êrîşên rêjîma Esed û Rûsiya û Iyranê li ser kesên sivîl, û ji ber wê bi milyonan ji gelê Sûrî li dewletên herêmî penaber bûne, ku ji wan 4 milyon li Tirkiyê dijîn, û ji ber nîrên zehmet ên têde dijîn, normal e ku ew li deverên aram bigerin ên pêdiviyên wan lê dabîn bibin.
Di dawiya nameya xwe de, Elebda tekez kir ku rêjîma Esed berpirsê sereke ye di ber karîsta ku bi serê Sûriyan hatiye, çi li hindirê welat be, yan li welatên penaberiyê be, û bi taybet kesên ku di deryan de binav bûn û jiyana xwe ji dest dan, berî bigihêjin Oropayê.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî