Navenda Jinên Xûta ya rahênanê li Şamê – Xûta Rojhilat, raportek derbarî destkeftin û Çalakiyên xwe yên meha Çêriya paşî derxist. Di raportê de kartêkeriya hînkirina zimanên biyanî û karê Nivîsgeha geşepêdana mirovî û şêwirdariyên Yasayî û Civakî hatin diyarkirin.
Nivîsgeha Geşepêdanê a yekem e di çalakiyên xulekên xwe yên derbarî zarokan û rahênana li ser Çareseriya Fîzyayî û çareseriyên pizîşkî yên pêşinde kar dike. Herweha Nivîsgeha şêwirdariya yasayî û civakî encamin baş pêk anîn, çimkî çareserî ji gelek arîşeyên jiyana rojane re dîtin.
Serokê Nivîsgehên Hevbendiyê yên li Bajarên Sûriyê Mihemed Xêr Elwezîr got: “bombebarandina bi tewşî ya Rêjîmê li ser Xûta, astenga herî mezin û bibandor bû li pêş jinan ku nehişt wane û xulekên ko li Navendê çê bûn birêkûpêkî amade bibin. ”
Jêder: Hevbendî