Rêveberiya Tenduristî ya Heleba Azad a girêdayî Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, diyar kir ku hejmara sûdmendên ji xizmetên wê li Navenda Tenduristî ya Kefer Cenê di meha nîsana borî tenê de gihiştiye 6994 kesan.
Hikûmeta Sûrî ya Demkî li ser malpera xwe ya fermî, diyar kir ku hejmarek ji klînîkên cuda li navendê hene, weke beşekî ji rêkeftina fînasekirinê ya ku di nav Rêveberiya Tendirustî ya Helebê ya Azad û Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirinê li Sûriyê de hatiye îmzekirin.
Hikûmetê diyar kir ku navendê di klînîka giştî de xizmetên xwe pêşkêşî 757 sûdmendan kirine, klînîka diranan 300, di klînîka zarokan de 303, klînîka nexweşxaneyan 702 sûdmendan, di nexweşxaneyan de 371 sûdmendan, di nav klînîka jinan de 371 sûdmend, ji bilî 68 xizmetên ambulansê û 2180 haletên dermandanê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî