Hêzên Rûsî komgeheke bijîşkî li gundewarê Idlib amanc kir, di heman çaxê ko parêzgeh bûye navendeke kombûna 2 milyon kes, û piraniya wan ji xelkên bi kotekî bi destê rêjîmê hatine koçberkirin.
Navenda Elemîn ya piştgiriya mirovî li ser rûpelê xwe yê facebookê belav kir ko komgeheke bijîşkî li bajarê Erîha li gundewarê Idlib bi yekcarî ji xizmetê derketiye piştî ko hêzên Rûsî yên asmanî roja yekşembê ew bombebaran kirine.
Navendê destnîşan kir ko depoyên hawarhatinê û rawestgeha ambulansan hatin bombebarankirin, û di encamê de du kadirên bijîşkî birîndar bûne, û ziyanin mezin li komgehê bûn û pênc turumbêlên navendê jikar xistin.
Û got ku rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsya, ne tenê sivîlan ji Xûta rojhelat koçber dikin, lê peyketina wan bi çekên wêranker û mirinê dike, dema xanî û cihên niştecihan û komgeh û navendên bijîşkî û depoyên hawarhatine amanc dike, ji bo derdê milet bêtir bike.
Hevbendiya niştimanî di nameyeke xwe de bo dewletên hevalên miletê Sûrî bal kişand ser ko parêzgeha Idlib bêtir ji du milyon kes lê niştecih bûne, û çi êrîş li ser bajêr dê bobelateke mirovî be.
Dîsa Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji civaka navdewletî kir, ji bo helwestên wêrek ji tawankariyên rêjîmê û Rûsya yên derheqê sivîlên Sûriyê dikin bistînin, û operasiyonên koçkirina kotekî û guhertina dîmugrafî rawestînin.
Rêkxistina lêborîna navdewletî tekez kiriye ko amanckirina nexweşxanan ji hêla hêzên rêjîmê û Rûsya ve, pareke ji istiratîciya wan ya cengê ye, ya ko derheqê sivîlan li herêmên rizgarbûyî pêktînin.
Û dibîne ko ew binpêkirinek e derheqê yasaya mirovî ya navdewletî û got: şermek mezin e ko nexweşxanan ji binî ve hildiweşînin, û diyar bikin ko ew ji istiratîciya wan ya leşkerî ye.
Rêkxistinên mafnasiyê bi sedan carên amanckirina nexweşxanan û bargehên tendiristî li Sûriyê belgeh kirine, û anîne ziman ko heman şêweyê kar dibe her cara ko rêjîm dixwaze mercên xwerastekirinê li ser sivîlan feriz bike, awayên dorpêçê bikar tîne û bargehên giştî û ji wan jî yên tendiristî amanc dike.
Emîndarê giştî yê Netewên yekgirtî Entonyo Gotrîş daxwaz kir ko dosya Sûrî ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî ve bête şandin bi sedema ko tundûtûjî li dijî sivîlan xurt bûye.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî