Îroj firokeyek cengê ji yên rejîma Esed bi ser sûka bajarokê Erîha li Gundewarê Idlibê ket, di encamê de kuştareke mezin çêbû û bêtir ji 27 kesan şehîd ketin û bêtir ji 60 kesî birîndar bûn.
Berdevkê fermî bi navê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim El – Mislit şermezariya xwe ya tund ji helwesta Civaka Navdewletî û çavgirtina wê ji Holokostên li Sûriyê dibin ragihand ku firokên Esed rojê bi dehan ji sivîlan dikiujin.
El – Mislit got: ” Ne ji aliyê exlaqî û ne yê mirovahî, tê pejirandin ku merov çavê xwe ji vê rejîma tawankar bigre ku firokên wî li azmanê Sûrî diçin û tên û bi pêt û pizotên mirinê jiyana Sûriyan her sibe û êvar dişewitîne.
El – Mislit bang li Hevpeymaniya Navdewletî, û çi dewleta ku dibêje ez dost û hevalê Sûriyê û milletê wê me kir, ta ku li ser deverek dijfirîn li Bakur û Başûrê Sûriyayê kar bikin, ji bo zarok û jinên wê ji tawankar û kujerekî beradayî mîna Beşarê Esed biparêze, û karekî ji dil li ser avakirina devera aram bikin.
Herweha El – Mislit doza rahiştina qedexiyê li ser gihiştina çekê cotryî bo destê şoreşgeran bê çêkirina behaneyan û danîna keleman bi dabeşkirina şoreşgeran bi navê lîbral û tundrew kir, ji ber şoreşger rimek tûj in di riwê tirorê de bi hemû coreyên wê,çi rejîma Esed be an jî milişiyên Hizbillah ên tirorist û milişiyên regezperist ta rêxistina Daiş a tiroist û kesên wek wê.
Jêder: Hevbendî