Nûnerê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê di Yekîtiya Ewropî de Miwefeq Nêrebiyê, da zanîn ku kilîta çareseriya siyasî di Sûriyê de bi dadgehkirina tawanbarên şer dest pê dike, û di serê wan de Beşar Esed ku berpirs e di ber kuştina zêdetir ji 300 hezar Sûrî de, û dirustkirina navçeyeke tenah bo parastina sivîlan ji bombebarankirinê.
Nêrebiyê got: cihê şermezariyê ye ku Encûmena Ewlekariyê berdewam dimîne li ser nekarîna xwe di lêpirsîna endameke xwe de-Rûsiya- li ser kuştina hejmarek sivîlên bêgunehên Sûriyê”,ku bêhtir ji 832 sivîlan bi êrîşên esmanî yên Rusiya hatine kuştin, ku piraniya wan ne li navçeyên DAÎŞê ne.
Weha jî got: piraniya sivîlan bi sedema êrîşên esmanî yên rêjîma Esed û dagîrkera Rûsiya dimirin, û tekez kir ku çi çareseryek siyasî bi ser nakeve dema rê li pêşiya berdewamiya firokên Esed û yên Potîn yên bombebarankirina bitewşî neyê girtin, nemaze êrîşên esmanî yên vê dawiyê, mîna êrîşên esmanî yên firokên Rûsiya li ser bazargeheke gelêrî li Idlibê ku bû sedema kuştina zêdetir ji 50 sivîlî, û dubare-bikaranîna bermîlên teqîner yên hilgirê gazên jehrîn ji aliyê Esed li Me’edemiyê; ku dibin gef û êrîş li ser pirosêsa siyasî û pêkhatina aştiyê bêçare dike.
Nêrebiyê cext li ser wê çendê kir ku gef li ser sûriyan û ewlehiya cîhanê bi mana Esed li ser desthilatê dimîne, û herwiha bi mana wî berdewam di tawanên xwe de bê lêpirsîn, DAÎŞ jî dimîne,.
Nêrebiyê daxwaza raguhestina fayilê Sûrî bo dadgeha tawanên navdewletî ji girûpa Viyêna kir û got:” nabe dadgehkirin û bizavên dîblomasî ji hev bêne cudakirin, ji ber beşdarkirina tawankarên şer di her hikûmeteke veguhêz de wê bibe hokarê lawazkirina rastgoya wê û herwiha pêkneanîna pêdawistiyên rewa yên xelkê Sûriyê”.
Jêder: Hevnendî