Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Ehmed Remedan, tekez kir ko Rêjîma Îranî li Herêmê bûye simbola tevlihevî û tiroristiyê û simbola dijminkariyê ye, ne tenê li Herêma me lê belê li gelek dewletan.
Ew gotin hatin gotin, di simînareke hevbeş de digel Liberxwedana Îranî doh bi navûnîşana “ziyanên mirovî yên ko Rêjîma Îranî li Sûriyê dike û sedemên wan” , her weha Çalakvanê mafnasiyê yê ji Ahwaza dagîrkirî û serokê komîta dadwerî ya Encûmena Niştimanî ya liberxwedana Îranî Sinabirq Zahidî jî amade bûn.
Remedan pêşinyar kir ko kongirek ji Hêzên siyasî Îranî yên opozisyon û Hêzên Erebî û hêzên Gel ji herdu aliyan pêk bê, da namakê ji cîhanê re bişînin û bibêjin ev Rêjîma Îranî derbirîna Gelê Îranî nake û ev rêjîm ne tenê li derve belê di hundir de tu kes li dorê nîn e
Remedan destnîşan kir ko Ereb ne dijî miletê Îranî ne lê belê li dijî Rêjîma ko ziyanê digihîne miletê Îranî û miletê Ereb û hemû miletên herêmê.
Zahidî got: di meha cehzerdana bûrî de, acansa fermî ya desthilata îranî (IRNA) ragihand ko 400 kesên îranî li Sûriyê hatine kuştin, hêzên Pasvanên Rêjîma Îranê yên wilayeta feqîh ji destpêka şoreşa Sûriyê de hatine li wir şer dikin, lê di destpêka sala 2013an têwerdana rêjîma Îranî bêtir bûye.
Zahidî diyar kir ev pêzanîn û ev ziyan nîşanê didin ko dawiya qonaxekê di cenga rêjîma Îranî û Rêjîma Beşar ya li dijî miletê Sûrî hatiye, û têkçûna wan di cengan de diyar dike.
Hemîd got bêzariyeke mezin di nav gelê Îranî de heye ne tenê ji aliyê opozisyonê belê ji aliyê kêm-hejmarên netewî û olaî ve jî, û hejmara pir ya darvekirinan ku di serdema Rûhanî de, yê ko dide xuyakirin ko siyaset-nerm e, giha asteke pir bilind.
Hemîd doz li dewletên Erebî kir ko li kêleka opozisyon û miletê îranî yê ko ji rêjîma xwe pir dilzar bûne rawestin.
Jêder: Hevbendî