Girûpeke çekdar û rûgirtî peyamnêrê malpera Yekîtî Mîdya Cengîn Elîko li bajarê Dirbêsiyê roja Duşemê
Demjimêr 4 êvarê cengîn ji nêzî Navenda xwecihiya Encumana Niştimanî ya Kurdî li bajêr hat revandin li gor ku Elîko ji malpera mere ragihand.
Elîko tekez kir ku ew ji hêla Esayişên bi ser Partiya Yekîtîya Demuqrat PYD ve hate revandin û got “Esayişan ewên rûgirtî di rêbendên xwe re derbas dikirin,û li deverek nenas li ser riya Serêkaniyê bi boriyên hesin li min dan û bi tenê li wê deverê hiştim û pere û mobaylê min ji min standin”.
Tê zanîn ku girtin û lêdana di derheqê rojnamevan û çalkvanan de ji hêla esayiş û alîgirên PYD ve di dema dawî de pir bûye.
Jêder: Hevbendî