Wezîrê dervê yê Erebistana Siûdiyê Adil Elcibêr tekez kir ku Erebistana Siûdiyê wê berdewam be di pêşkêşkirina hemû rengên piştgiriya leşkerî û siyasî û abûrî bo xelkê Sûriyê heta bikaribe mafên xwe bidest bîne”.
Herwiha Elcibêr helwesta Siûdiyê tekez kir derbarê dîtina çareseriyeke siyasî ya avakirî li ser piransîpên Jinêv 1 bi dirustkirina desthilateke fermanrewa ya veguhêz û dariştina destûreke nû û encamdana helbijartinan, ku hîç cihê Beşar Esed di paşeroja Sûriyê de nebe.
Ev daxuyaniya Elcibêr duhî hat di dema pêşewazîkirina şanderê navdewletî yê taybet bo Sûriyê Stîvan Dî Mestora û got ku ” ev serdana şanderê navdewletî bo Si’ûdiyê derfetek bû bo şêwirdariyê û dan û standina nêrînan derbarê pêşvebirina piroseya aştî ya Sûriyê”.
Elcibêr diyar kir ku ” wan bi Dî Mestora re pêgavên dahatî yên piroseya aştiyê ya bi armanca gihiştina çareseriyeke siyasî bo Sûriyê gengeşe kirin, û herwiha şanderê navdewletî em agehdar kirin bi encamên civînên xwe yên digel aliyên opozisyona Sûriyê derbarê pêkanîna tîma xwe ya danustandinan bi rêjîmê re”.
Jêder: wekalat