Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tawanên rêjîma Esed û Rûsiya li dijî xelkê sivîl yên taxên rizgarkirî yên Helebê şermezar kirin, û cext li ser gotara hevbeş û yekrêziyê kir.
Ev yek duhî êvarî hat di miyanê mêhvandarîkirina platforma”Beşdarî” ji hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî re, bo gotûbêjiyeke dirêj ku sê demjimêran dirêj kir, û têde doza niştimanî û rewşa meydanî û asoyên piroseya siyasî û rewşa Hevbendiyê hatin gengeşekirin.
Her têde, Miwefeq Nêrebiyê, Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî, diyar kir ku ne sivîl tenê li bajarê Helebê tên armanckirin, lê herwiha şûnwar û paşmayên wê yên dîrokî yên bi dirêjahiya hezarên salan jî tên armanckirin.
Nêrebiyê tekezî li ser giringiya ku NY bi parastina biryarên xwe rabe kir, û xistina fişaran li ser Rûsiya û rêjîma Esed ji bona cêbicêkirina biryara 2254 û rakirina dorpêçkirinê û gihandina alîkariyên mirovî û rawestandina bombebarankirinê.
Li aliyek din, îro berdevkê wezareta derve ya Ferensî Roman Nadal got ku “yasaya mirovî ya navdewletî gihandina alîkariyan bi şêweyekî bilez ferz dike” bo xelkê dorpêçkirî, û got ku”bîrdoza dirustkirina (kirîdorên mirovî) ya têde daxwaza çolkirina bajêr ji xelkê Helebê tê kirin, çi çareseriyek cidî pêşkêşî rewşa wê nake”.
Jêder: Hevbendî + Wekalat