Miwefiq Nêrebiyê, cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, li ser hewlên rêjîma Esed yên ji bo koçberkirina xelkê Me’demiya Şamê hişyarî da û got: “nabe NY çavên xwe ji van karan bigire, ku ev yek rêjîmê re dibe wek roniya kesk”.
Nêrebiyê daxwaza derxistina daxuyaniyekê ji NY û ji şanderê wê yê navdewletî Dîmestora kir, ku rêjîma Esed têde bi şêweyek eşkere bi kiryarên koçbarkirinê bête tawanbarkirin.
Nêrebiyê got ku “Rêjîm bi faşînizimî di karên kuştinê de berdewam e, her weha dubarekirina heman tawankariyên xwe yên dijmirovatiyê li hin navçeyên din dike, wek tawankariya berî çend rojan li Dareya pêkanî”, û bal kişand ku êdî ji her kesî ve reftarên rêjîmê yên gefxwarinê xuya ne, û kariye ji cîhanê re diyar bike ku ew kare gefên terorê bicih bîne.
Ku rêjîma Esed bi rêka alavên xwe re, nameyên gefxwarinê ji xelkê Me’edemiyê re dişîne, ji bo valekirina bajêr û koçberkirina xelkê wî, û yan jî wê bajêr bişewtîne wek Dareya û bi pişkdariya firokên Rûsiya.
Û tê zanîn ku Me’demiya Şamê ji nêzîkî pênc heyvan ve, ji aliyê hêzên Esed ve dorpêçkirî ye, û rê li pêşiya derbaskirina xwarin û derman hatine girtin, û jiyana zêdetir ji 45 hezar sivîlî ketiye dibin derdeseriyek bê hempa de.
Jêder: Hevbendî