Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Miwefeq Nêrebiyê, tekez kir ko Rûsya hêj cengeke ketûber li dijî miletê Sûriyê dike û li van tawankariyên cengê çekên qedexeya navdewletî bikar tîne.
Nêrebiyê xebata û cangorîbûna şoreşgeran ji bo rakirina dorpêçê ji ser taxên Heleba rojhilat bilind nirxand, her wiha doz li alayên artêşa Sûrî ya azad kir ko li bin sîwana pirojeyê niştimanî bibin yek.
Rûsya gefa firehkirina çarçoveya operasiyonên xwe yên leşkerî li Helebê dabû, piştî bidawîhatina dema agirbestê, û bêtirkirina şandina gemiyên cengê li ser peravê Sûriyê, da ji bo dijminkariya lidijî miletê Sûrî bikar bîne.
Nêrebiyê bal kêşand ser ko şoreşger şerê liberxwedanê dikin li Helebê li dijî milîtanên Beşar û milîtanên mezhebpewrest yên ko ji Îranê têne piştgirîkirin, destnîşan kir ko Rûsya hêj bi rola dijminkarî li dijî miletê Sûrî radibe.
Endamê Desteya Siyasî rêzgirtina xwe ji xweragiriya sivîlên taxên Helebê yên rojhilat yên dorpêçkirî yên ko ji malên xwe dernakevin re diyar kir, û tekez kir ko mafê wan e di malên xwe de bimînin, û hemû şêweyên koçkirina kotekî û guherîna dîmugrafî ya ko rêjîma Esed û Rûsya û Îranê dikin red kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî