Nûnerê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Li Yekîtiya Ewropî Miwefeq Nêrebiyê, Yekîtiya Ewropî han da ku parastina sivîlan bike sereketirîn karê xwe di her îstratîjiyeke xwe de ji bo Sûriyê.
Nêrebiyê nameyek radestî balyozên komîteya karubarên siyasî û ewlehî ya Yekîtiya Ewropî kir, têde bal kişand ser giringiya danustandina civaka navdewletî bi sedemên tevlîhevî û şêwandinê di Sûriya de re, ku ewjî ji bombebarana bitewşî ya ji aliyê hêzên Esed û Rûsiya pêk tê.
Nêrebiyê amaje da ku niha destnîşankirina pêrewekî giştgîr bo parastina sivîlan bûye pêwîstiyeke bilez, hevdem tekez kir ku ev pêrew wê bibe alîkar bo bizavên civaka navdewletî ji bona jinavbirina DAȊŞê, û zêdekirina derfetan li pêş bilindbûna dengên lîberalxwaz û miyanriyan li navçeyên li jêr destên Şoreşgeran, û bihêzkirina wan ku bizavên xwe li dijî DAIŞê zêdetir bikin, û herwiha karkirin bo pêvajoya Viyêna di piratîkê de bête cêbicêkirin, bi rêka sepandina fişaran li ser Esed û Rûsiya ji bona danustandinên rasteqîne.
Nêrebiyê sipasiya Yekîtiya Ewropî kir li ser piştevaniya wê ji miletê Sûriyê re, her ji destpêka Şoreşê û pabendbûna dewletên endam bi sivkirina derdeseriyên Sûriyan, û herwiha destxweşî li biryara Yekîtiyê kir , li ser pêşkêşkirina 350 milyon Yoroyên din bo dewletên dirawsên Sûriyê bo alîkariya bi milyonên panberên Sûrî li welatên Cîran bikin.
Nêrebiyê di nameya xwe de bal kişand ku êrîşên terorîstî yên vê dawiyê li Parîs û Beyrût û Kalîforinya, nîşana ku gefa li ser ewlehiya navdewletî sînorê Sûriyê derbas kiriye, ku niha pêwîstiyek bilez ji herdemên din bêhtir heye ku divê çareserî bête kirin ji heryek ji sedem û hokarên terorê re û parastina sivîlan li Sûriyê ku ewjî rêjîma Esed e.
Nêrebiyê cext li ser wê yekê kir ku destdirêjiya Rûsiya bû sedema zêdekirina kuştina sivîlan, û ligor tora Sûrî ya mafên mirov ku qurbaniyên êrîşên Rûsî di mawê heyva Çêriya paşîn de bi rêjeya 97% xelkê sivîl bûn.
Jêder: Hevbendî