Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nexem Xadirî tekez kir ku“Hevbendiya Niştimanî ji nêzî du mehan ve bi hindek Hêz û Partiyên Siyasî yên Hevrikiya Sûriyê re û ji wan jî Desteya Hevrêziyê û Şepêla Avakirina Dewletê hevdîtinan pêk tîne, û gelek nerîn ji bo damezirandina komîteke hevgihandinê bi hev re parve kirin, bi armanca lihevkirina li ser nêrînek hevbeş di nav hemi aliyên Hevrikiya Sûriyê û Hêzên Şoreşê li ser bingeha tunekirina rola Rêjîmê di Paşeroja Sûriyê de.
Û ji aliyê Hêzên Sivîl û Şoreşger de Xadirî tekez kir ko Hevbendî “di danûstandina digel Çalakvanan û Rêkxistinên Civaka Sivîl û Sendîkeyan li ser xaka Sûriyê berdewam e, û çend hevdîtin pêk anîne da peywendiyan bi wan re xurtir bike”
Ji aliyekî dî ve cîgira Serokê Hevbendiyê got: “em hewl didin da çend hevdîtinan bi alayên leşkerî yên jiderveyî Encûmena leşkerî ne bikin, da em nerînan nêzîkî hev bikin û Encûmen fireh bikin, lê em bi arîşeya neberheviya piştgiriya leşkerî ji aliyê Dewletên piştgir ve rûbirû dibin, ji ber evê yekê jî emê rola wezareta Berevaniyê xurt bikin û rêyên alîkariyê bi çarçove bikin”û destnîşan kir ko “tu çareseriya siyasî pêk nayê eger terazûya hêzê li ser xakê neyê guhertin.”
Herweha komîteya ku kar bo wê hatiye spartin ji aliyê Desteya Siyasî ya Hevbendiyê ve ya ji 11 endaman pêk tê karê xwe berdewam dike, da belgeyên gotûbêja Sûrî – Sûrî ya ko dê li Qahîra di dema bê de çê bibe gengeşe bikin, herweha ew komît dê belgeyên ko Desteya Hevrêziyê ji Hevbendiyê re pêşkêş kirine gengeşe bikin.
Jêder: Hevbendî