Çalakvan û desteyên sivîl ên civakî û siyasî yên parêzgeha Dêra zorê û Reqayê, kampanyek li Malperên Hevgihandina Civakî destpê kirine ji bo bala cîhanê bikêşînin li ser derdê herdu bajarên ko di bin kontrola Daişê de ne, û ji bo sivîlên ko bi sedema operasiyona leşkerî û bombebarana asmanî têne kuştin bêne bêalîkirin.
Çalakvanên ko bi kampaniya Dêra zorê ya bi navê “li herdu peravên mirinê” rabûne, gotin ko “biryara agirbestê ya dawî û veqetandina bajarê Dêra zorê ji wê biryarê, bê ko çi şirovekirinan li ser saxlemiya sivîlan an bêalîkirina wan bidin, tê wateya ku wê operasiyonên bombebarankirinê û kuştar berdewam bin.”
Û wan çalakvanan diyar kirin ko kampanyayê daxwaz kir ko “sivîlan ji rêkxistina Daişê rizgar bikin û wan û ji bombebarana firokên cengê yên rêjîmê û Rûsya û Hevpeymaniyê biparêzin, û sivîlên di bin kontrola Daişê de bi agirê vê rêkxistinê nesojînin.”
Ji aliyê xwe ve damezrênerên kampaniyaya taybet bi Dêra zorê û Reqayê ya ko navê “êşa Ferat” lê kirine, gotin: amanca kampaniyayê ew e “diyarkirina derd û zehmetiyên sivîlên ko li herêmên bin kontrola Daişê de ne, û têne tawanbarkirin bi alîgiriya Daişê. Û ev sivîl bi destê DAIŞê li ser xakê têne kuştin, û ji asman ve ji hêla hêzên Rêjîmê û Rûsya û Hevpeymanan ve têne bombebarankirin.”
Û bêtir gotin ko ev kampanî ji alayên leşkerî daxwaz dike ko “rêzê li sivîlên ko ji deverên rojhilat tên bigirin, û wan wekû alîgirên Daişê nebînin.”
Hêjaye gotinê ye ku çalakvan û desteyên sivîl û yên civakî û siyasî yên parêzgeha Dêra zorê, roja şembiya derbasbûyî, bangek ji Netewên Yekbûyî re şandin tako têwerdanê bikin û sivîlên Dêra zorê yên ko bi sedema operasiyonên leşkerî li Dêra zorê têne kuştin bêalî bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Simart