Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî li Xûta Rojhilat li Şamê raportek bi çalakiyên xwe di cejna qurbanê de derxist.
Endamên Nivîsgehê serdana hin Birîndaran li Navendên Bijîşkî kirin, herweha serdana hin Zarokên kêmendam li malên wan kirin û hin diyarî ji bo wan pêşkêş kirin. Serokê Birêvebiriya Nivîsgehên hundirê Sûrî yê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Xêr Elwezîr got:”Hevbendiyê li hundirê Sûriyê Şaxê Xûta Rojhilat li Gundewarê Şamê dest bikarê xwe kir” dîsa got:“Karûbarê Nivîsgehê danûstandin bi Kartêkerên Sivîl û alayên leşkerî li Gundewarê Şamê re ye û hem jî pêrabûna bi hin projeyên rajeyî û geşepêdanê ye”
Hevbendiyê berê li ser vegera Desthilata Demkî û Dezgehên din bi bal hindirê Sûriyê de axivî bû, da çalakiyên xwe ji wir bikin, wek istiratîciya qonaxa dahatî be.
Jêder: Hevbendî