Hejmarek ji xwepêşandanan Îro pêncşemê li Deraa, Siwêsda û Dêra Zorê hatin lidarxistin, û daxwaza azadî û rûxandina rijêma Esed kirin, hevdem li gel bangewaziyên xwepêşandanên sibe Înê li hemû bajar û cihên ku penaberên Sûrî lê dimênin, li hejmarek ji dewletên penaxwaziyê.
Û Xwepêşanderan pankartên ku tekeziyê li ser berdewamiya şoreşa Sûrî û yekrêziya gelê Sûriyê û pêkanîna daxwazên wî ên azadî, rûmet û demokrasiyê dikin, hilgirtin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî silav arasteyî hemû xwepêşander û şoreşgeran li seranserî welêt kirin, ewên ku careke din rûbirûyî amûra kuştinê ya leşkerî dibin, ya ku rijêma Esed li her cihî belav dike da ku xwepêşandanan bitepisîne, û nehêle ku sivîl derbirîna azadî û daxwazên xwe di jiyaneke azad û bi rûmet de bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku tişta ku rijêma Esed dike, welêt ber bi wêraniyê ve dikişîne, ji ber berdewamiya wê di pêkanîna tawanan de, û heman siyasetên ku rê li ber vegera ewlehî, aramî û jiyanê da ku vegere xwezaya xwe pêk tîne, her wiha dizîna pereyên gel û saziyên dewletê di rêya milîs û peyrewên Îranê re.
Û Nûnera Amerîkayê li bal Netewên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield, di axaftina xwe ya li Civata Encumena Ewlekariyê de li ser pêşketinên dawîn ên li Sûriyê, got: Di van rojên dawî de, li bajarên wekî Deraa û Siwêda, me xwepêşandanên aştiyane dîtin, û Sûriyan têde daxwaza guhertinên siyasî kirin, û daxwaz ji hemû aliyan kirin ku rêzê li biryara (2254) bigirin, ev in deverên ku şoreşê jê dest pê kiriye, û diyar e ku daxwazên aştiyane nehatine bersivandin.
Û Şanderê Almanî bo Sûriyê Stîvan Şnek got ku em wêrekiya xelkên Siwêda û Derayê, yên ku daxwaza dadmendî û azadiyê dikin bilind dinirxînin, û em bang li rijêmê dikin ku xwe ji tundûtûjiya li dijî xwepêşandanên aştiyane dûr bixe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî