Nûnerê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li Firansa Nûredîn Ellebbad, pêwendiyek lezgîn li gel Rêvebiriya Rojhilata Navîn ya Wezareta Derve ya Fransa derbarê pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo rizgarkirina qurbaniyên erdheja wêranker li bakurê Sûriyê pêk anî.
Û Ellebbad li ser rewşa mirovî ya dijwar li bakurê Sûriyê piştî erdhejê nemaze ji ber kêmbûna alav û makîneyan beramber hejmara zêde ya avahiyên wêranbûyî û hebûna bi hezaran kesên ku di bin kavilan de mane axivî.
Û Ellebbad daxwaza piştgiriyê û alîkariya lezgîn ji kesên Sûrî yên ku zirar ji erdhejê dîtine bi taybetî yên li bakurê Sûriyê dimînin kir, û bal kişand ser wê yekê ku rijêm ji aliyê xwe ve rê li ber derbasbûna alîkariyan bo deverên rizgarkirî digire.
Û ji Hukûmeta Fransî xwest ku bilez destwerdanê bike û hevrêziyê bi Yekîtiya Ewropa re bike, da ku alîkariyên lezgîn di van rewşên mirovî yên dijwar de pêşkêş bike.
Ji aliyê xwe ve, Rêvebiriya Rojhilata Navîn di Wezareta Derve ya Fransa de tekez kir ku Serokomarê Fransa Emmanuel Macron pir giringiyê dide vê dosyayê, û wî daxwaz ji Hikûmeta Fransa kiriye ku bi awayekî aktîf li gel rêxistinên nehikûmî ji bo derbaskirina vê bobelatê kar bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî