Serokê Komîta Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Heysem Elmalih yadnameyek da balyozê Ostraliya li Misrê bi sedema daxuyaniya wezîra derve ya Ostralî ko bobelata Penaberên Sûrî dike hustê rêxistina Daişa Tirorist bê ko sedema serekî ji tiroristiyê re rêjîma Esed destnîşan bike.
Elmalih got: “Ev daxuyaniyên wisa ziyanê digihînin Şoreşa Sûriyê û tekoşîna Sûriyan ko ev pênc sal in şoreşa azadiyê li dijî rêjîmeke hov û tirorist dikin, ji bilî ku daxuyaniya wê dûrî rastî û ketwariyê ye.”
Wezîra derve ya Ostiralî Cûlî Bîşob di hevpeyivînekê bi rojnama Di Istiriliyên de gotiye: Rêkxistina Daiş ew dibe sedema koçberiya bi sedhezaran xelk ko ber bi Ewropa ve biçin.
Jêder: Hevbendî