Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî bo hevkarî û piştgiriya girtiyên mangirtî di zindana Hims a navendî de ji berya çar rojan de man girt. Elemîr a ku xwe yek ji malbata zindana Hims a navendî dibîne got:” Cihê mixabiniyê û şermê ye jî ku rêxistinên mafnasî û navdewletî banga girtiyên ku mafên xwe ji rejîma Esed dixwazin paşguh bibe”.
Û berdewam kir:” Mangirtina min ne tenê bo piştgiriya girtiyên Himsê ye, belê ew bo zindana mezine ku Sûrî îroj tê de dijîn! Rewşa me ji ya wan girtiyan ne çêtir e, hemû Sûrî bûne girtî di vê cihana ku yasaya daristanê tê de desthilatdar e, û roka yasaya navdewletî û mafên mirovan lê çûye ava “.
Elemîr neyîniya Civaka Navdewletî wisa şermezar kiribû:” Divê sînorek ji tawankarên ku şebîheyên Esed derheqên girtiyên Sûrî bikar tîne bê danîn, û danîna çavdêriyek tendirustî lezgîn li ser girtîgehan wek giringtirîn awayên hewldana sînorkirina vîna gelerî ya ku bi rûxandina Esed û rejîma wî ya tewş bang dike”.
Elemîr dît ku derbasbûna Xaça Sor bo hindirê zindan û navendên girtîgehan bo çavdêriya rewşa tendirustî û yasayî tê de pêwistiyek nabe dereng bikeve. Destnîşan kir ku ev ” Asêbûna han ne ya yekê ye di hindirê girtîgeha Himsê a nvendî de, asêbûnin berî niha hebûnm hindek girtî tê de hatin kuştin, û gelek ji wan ji mafê dermankirinê mehrûm bûn”.
Elemîr tekez kir” Hejmara jinan di girtîgehan de bi awayekî berdewam zêde dibe, hemû sozên ji girtiyan re di zindanê de ji hêla dadgehê û rêveberiya zindanê hatin pêşkêşkirin mîna avêtinê ariyê di hindirê çavan de bûn”.
Jêder: Hevbendî