Endamê şanda danûstandinên Cinêvê Mihemed Elebûd got: “maf bi me re heye ko em li binpêkirinên agirbestê yên ji aliyê rêjîma Esed vegerînin, û berevaniya xwe bikin eger êrîşî me kirin, û em li himber dijminkariyan bêdeng namînin, emê karê xwe yê bingehîn yê berevaniya sivîlan berdewam bikin ”
Elebûd berdewam kir; rêjîma Esed di bombebarana sivîlan de berdewam e, û nahêle alîkariyên mirovî bigihên herêmên doprpêçkirî. Û destnîşan kir ko rêjîm dixwaze danûstandinan bidest bixe da tawankariyên xwe di dermafê miletê Sûriyê de veşêre.
Artêşa azad û alayên Şoreşger, damezirandina Odeya Operasiyonan ya bi navê “Besivdana Sitemkariyan”, wek bersivdanekê li ser zêdegaviyên hêzên Esed û pasvanên Şoreşger yên Îranî ji peymana aramiyê ya rawestandina kirdeyên dijminkariyê li Sûriyê.
Di daxuyaniya ko alayên beşdarbûyî li ser imze kirine de hatiye “piştî pirbûna binpêkirinên hêzên Esed, bi armanckirina kampên derbideran û bombebarankirina taxên niştecihan, em damezirandina odeyeke operasiyonên hevbeş radigehînin, û emê dest bi cenga bersivdana stemkariyên hêzên Esed bikin.”
Şoreşgeran hişyarî dan tevaya nvendên leşkerî yên Rêjîmê, ku çi devera guleyek jê bê avêtin û armackirina xizm û kesên me yên hêmin bike, wê bersiva wê bê dan, da bibe nimûne ji navendên din re.
Yên li ser daxuyaniya (hejmar 1) imze kirine ev in: Tevgera “Ehrar Elşam, Feyleq Elşam, Ceyş Elislam, Ceyş Elmucahidîn û Ensar Elşam û firqa yekê ya Sahil û Ceyş Elize û Firqa bakur û Ketayibên Ensar Elşam”.
Jêder: Hevbendî