Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî civîna xwe ya rolane bi serokatiya Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Hevrêzkara Ofîsa Ciwanan Ruba Hebûş lidar xist, û amadebûyan çalakî û pilana karê ofîsê bo qonaxa dahatî gengeşe kirin, û lêveger û nirxandina ji karên ofîsê di dema bûrî de çêkirin.
Û amadebûyan karên ofîsê ji dema ku hatiya damezrandin de berçav kirin, û hejmarek ji pêşniyariyan bo pêşdebirina karê ofîsê û mîkanîzmên nû bo pêwendiya li gel ciwanan û komeleyên wan danîn.
Û Hebûş tekezî li ser girîngiya têkliyên li gel komele û kombendên xwendekar û ciwanan li deverên rizgarkirî û dewletên penaberiyê kir, di riya danîn pirogramên guncaw bo ciwanan daku di pêşxistina şarezayîya wan de alîkar be, û hişyariya wan ya siyasî zêde bike, daku pirosesa siyasî baş bizanibin û hûrgiliyên wê nas bikin.
Û Hebûş cext kir ku ofîs hêza xwe ji hebûna wê li deverên rizgarkirî werdigre, û ew dihêle ku pêwendiyan li gel hejmareke mezin ji ciwanan çê bikin, û bal kişan ser pêwîstiya sûdewergirtina ji enerjiya ciwanan ji bo xizmeta gelê sûriyê û pêkanîna armancên şoreşa wî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî