Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hevdîtinek li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê li gel Tîma Şam ya Xwendekarên Xwebexş re bi serperştiya Cîgira Serok Ruba Hebûş û pênc ji Endamên Tîmê lidar xist.
Û ev hevdîtin di nav zincîrek ji hevdîtinên ku ofîs li gel çalakiyên ciwan û xwendekaran li deverên rizgarkirî pê radibe tê, daku pirosesa siyasî ya sûrî bi wan bide nasîn û ew jî di pêşveçûnên welêt de beşdar bibin.
Û hevdîtinê bi danasînekê derbarê Ofîsa Ciwanan û çalakî û rola wê li deverên rizgarkirî dest pê kir, her weha xebatên wê ji bo ku ciwan bibin xwedankarîn û wan li ser beşdariya siyasî han bidin ji ber ku ew guh dide rola ciwanan ya girîng di avakirina sûriya pêşeroj de.
Û Tîma Şam ya Xwendekarên Xwebexş kurtenûçeyek li ser avakirin û karê tîmê yê ku armanc jê alîkariya xwendekaran li deverên rizgarkirî ye pêşkêş kir, û astengiyên rastî wan tên ronî bikin, daku wan ji karê pêşerojê re amade bikin.
Û endamên Tîma Şam ya Xwendekaran bal kişandin ser çalakiyên xwebexşî yên cûrbecûr yên ku ji bo xizmetkariya xwendekaran dest pê kirine, û ji bo ku alîkariyê bidin wan, wek destpêşxeriya “Bi We Re” û “Alîkariyê Bike” Û Piştgir Be” û yên dîtir.
Û amadebûyan li ser hevkariyê di her tiştê ku asta xwendekaran bilind bike de û beşdariya hejmara bêhtir ji ciwanan di hevdîtin û komcivînên têkildarî pirosesa siyasî de lihev kirin, tevî çalakiyên Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî.
Û civîngeran tekezî li ser pêwîstiya pirkirin û berdewamiya hevdîtinan di navbera saziyên şoreşê û xelkên wê de bo xurtkirina hebûna ciwanên Sûrî û beşdariya wan ya siyasî ya çalak kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî