Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek ji dûr ve li gel destpêşxerkarên piştgiriya behreyên ciwanan li bajarê Idlibê civiya, û bi wan re behsa giringiya piştgiriya ciwanan û geşepêdana şiyanên wan û amadekirina wan bo qonaxa dahatî kir.
Û amadebûyan qonaxên birêketina destpêşxeriyê berçav kirin, û li ser aliyekî ji çalakiyên cûrbecûr yên ku pê radibe ji bo geşepêdana rola ciwanan di civakê de nemaze li ser asta siyasî axivîn.
Û endamên destpêşxeriyê tekez kirin ku destpêk ji ber hewcedariya pêwîst bo piştgiriya xort û keçên sûrî hat, û cext kirin ku ew jî raza serkeftina destpêşxeriyê bû, yaku ji destpêkê de giringî daye piştgiriya ciwanan û geşepêdana behreyên wan di xizmeta şoreşa Sûriyê de di riya gotar û helbest û çîrokan re.
Û endamên destpêşxeriyê bal kişandin ser ku çalakiyên destpêşxeriyê li piştgiriyê ranewestiya, lê belê wê hewil da ku wan kesên xwedan behre tevlî civakê bike.
Û amadebûyan spasiyên xwe bo Hevbendiya Niştimanî li ser destpêşxeriya wê di vekirina ofîsa ciwanan de li deverên rizgarkirî pêşkêş kirin, û hêvî kirin ku çalakî û ofîsên Hevbendiyê bighînin beşên berfireh ji civatê, nemaze li bajarê Idlibê, ji ber ku qebareya zehmetiyê li wê deverê hevkariyê dixwaze.
Û kesên amade li ser pêwîstiya dubarekirina wek vê hevdîtinê bo xurtkirina pêwendiyan li gel tevaya komikên ciwanan yên li deverên rizgarkirê dixebirtin li hev kirin, her weha hevrêzkariya ji bo lidarxistina çalakiyên hevbeş di dema dahatî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî