Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Seroketiya Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, Serdana Navenda MARÎ ya Lêkolînan li bajarê Ezazê yê Gundewarê Helebê Kir.
Û Şand ji Cîgira Serok Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdulbast Ebdulletîf û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen û Endamê Desteya Siyasî Behcet Etasî û Endamê Desteya Giştî Ehmed Tuimê, Pêk Dihat.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî qonaxên ku pirosesa siyasî têre derbas bûye ta gihiştiye xola pêncemîn ya Komîteya Destûrî ya Sûrî berçav kirin.
Û Elherîrî Tekez Kir ku Hevbendiya Niştimanî Pêgiriyê bi Pêkanîna Hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmetê de dike, û bal kişand ser pêwîstiya ku hevsengî li gel cîbicîkirina biryarên Navdewletî yên girêdayî karûbarê Sûriyê û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254an de Hebe, her weha avakirina desteya desthilat ya veguhêz tevî hemû desthatên wê yên cîbicîkirnê.
û Elherîrî bal kişand ser ku pirosesa siyasî li gor rewşa wê ya niha gihîştiye dawiya rê, û cextî li ser pêwîstiya bikaranîna madeya 21 ji biryara 2118 bi awayê guncaw bo cîbicîkirina çareya siyasî û têkildaryan û sepandina tevdîrên piratîk dijî rijêmê li gor beşê heftemîn kir.
û Elherîrî got ku sistbûn di helwestên navdewletî de heye, û divê ev helwesta werin guhartin, û stratîciyeke nû û temam bo rawestandina tewanên rijêmê û serbestberdana girtiyan deynin.
û Elherîrî tekez kir ku Sûriya bi dirêjiya desthilatiya malbata Esed ti hilbijartinên pak nedîtne, û hemû hilbijartin tenê wek dîkoran bûn û nirxê wan hilbijartinan tune bû, û hukumdariya diktator berê û hîn jî li ser tirsandina gel û serkutkirina wî ye, ne li ser hilbijartinê ye, û bal kişand ser ku çi pêkenokên hilbijartinên ku rijêm hewil bide ku lidar bixe bi nerîna gelê Sûrî nepejrandî ne û ti rewaya wê ya yasayî an siyasî tune ye.
û Elherîrî berdewamkir û got ku tewanên ku serokê rijêmê û çeteyên pêre bi dirêjiya deh salên bûrî pêk anîne tekez dike ku tenê dadwerî şayistî wan e, û guman nîne ku tewanên cengê dê ceza bibin dûrbe an nêzîk be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî