Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrê bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê D. Nesir Elherîrî, bi gereke şopandinê li ser zanîngeha Heleb ya Azad li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê rabû, û avahî û taqîgehên wê û rewşa fêrkirinê têde temaşe kir.
Û şand ji Cîgira Serok Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdulbast Ebdulletîf û Sekretêrê Desteya Siyasî Riyad Elhesen û Endamê Desteya Siyasî Behcet Etasî û Endamên Desteya Giştî Ehmed Tuimê û Cewad Ebo Heteb, pêk dihat.
Û şandê hevdîtin bi serokê zanîngehê û kadroyên rêvebir û yên xwendinê û hin derçûyên zanîngehê yên ji bo xwandina bilind li zanîngehên Tirkiyê hatine pejrandin li dar xistin.
Û Elherîrî tekez kir ku xwendekarên Sûrî nimûneyên xweragryê ne, û hêviya welêt û pêşeroja wî ne, û bal kişand ser pêwîstiya piştgirî û bihêzkirina wan daku tiştên rijêmê û alîgirên wê wêran kirine ji nû de ava bikin.
Û Elherîrî pesnê karê zanîngehê û karmendên têde da, tevî metirsiyên ku wan dorpêç dikin çi li ser asta teqînên teroristî yên li pey hev be, yên ji hêla girupên teroristî û mezhebî ve pêk tên, an li ser asta bombebarana baregehên zanîngehê bi balfirên cengê be.
Û Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê yên cîbicîkar dê bi karê dabînkirina pêdviyên zanîngehê û xwendekaran rabe, û bal kişand ser ku karekî mezin li pêşiya Hevbendiya Niştimanî di warê dabînkirina danpêdana bi bawernameyên sûrî û bidestxistina bexşanên xwendina bilind heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî