Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, pêşwaziya şandekî ji Yekîneya Piştgiriya Aramiyê kir, û pêre behsa hevrêzkarî û hevkariya hevbeş di navbera herdû aliyan de kir.
Û di hevdîtinê de Hevrêzkarê Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmon û endamê Desteya Siyasî Behcet Eletasî û Endamên Desteya Giştî Esed Elîto, Atif Zirêq, Heysem Elşihabî, Ebdellah Zêno û Mihemed Xelef, herweha Rêvebirê Yekîniya Piştgiriya Aramiyê Munzir Sellal û endamin din amade bûn.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niçtimanî Necîb Rehmûn tekezî li ser giringiya hevrêziya hevbeş di navbera Hevbendiya Niştimanî û Yekîneya Piştgiriya Aramiyê bo zêdekirina karê hevbeş û gihiştina asta pêşniyar û temîniyên ku dê di çakkirina ketwarê deverên rêzgarkirî de beşdar bin kir.
Û endamê Desteya Siyasî Behcet Eletasî li ser giringiya karê li ser dîtina nifşekî siyasî li deverên rizgarkirî axivî, û bal kişand ser ku komcivînên siyasî û workşopên li dar dikevin roleka wan a mezin heye, û amaje bi wê yekê kir ku ev workşop alîkariya Hevbendiya Niştimanî û desteyên dîtir dikin, daku haya wan ji nerînên tevaya beşên xelkê li deverên rizgarkirî hebe.
Û endamên Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya komcivîn û workşopên siyasî yên ku Yekîneya Piştgiriya Aramiyê li dar dixe kirin, û giringiya hevrêzkariya hevbeş û beşdariya Hevbendiya Niştimanî di riya endam û nûnergehên xwe re di wan workşopan de daku bighêjin pilanekê di karê hevbeş de.
Ji aliyê xwe ve, Rêvebirê Yekîneya Piştgiriya Aramiyê Munzir Selal got ku ev hevdîtin ji bo hevrêzkariya hevbeş di navbera Yekîneyê û Hevbendiya Niştimanî de girîng in, û bal kişand ser ku Yekîne di heyama bûrî de li ser mijara destûrê kar dikir.
Û got ku Yekîneyê li vê dawiyê pirtûkek ji 280 rûpelî derxist, pêşniyarên destûrî ji deverên rizgarkirî têde hene, ew jî di riya workşop û komcivînên ku yekîneyê li dar xistine re.
Li dawiya hevdîtinê, herdû aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya hevdîtin û şêwirdariyan û giringiya worşop û komcivînên siyasî daku bighêjin hişyariyeke siyasî li deverên rizgarkirî kirin, ji bo ku pêşniyaran bidin Desteyên Siyasî daku di pêşxistina karê siyasî de alîkar be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî