Ofîsa Jinan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîneke diyalogî ya bi navê “Idlib û Geze Xwişkên hev ên Êşê ne” li nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê li dar xist.
Û di rûniştina diyalogî de, hejmarek ji jinên çalakvan di warê xebatên jinan û civaka sivîl de û hejmarek xwendekarên keç ên zanîngeha Helebê ya azad a li deverên rizgarkirî amade bûn.
Û Amadebûyan giringî dan behskirina êrîşa tund a milîsên rijêma Esed li ser deverên rizgarkirî, hevdemî li gel cenga dijwar ya Israîla dagîrker li dijî sivîlan li bajarê Gezayê.
Û Amadebûyan tekezî li ser wekhevbûna alavên rijêma Esed û Israîla dagîrker di warê pêkanîna tawanan li dijî sivîlan de kirin, da ku wan neçar bikin ku serî biçemînin, û nema daxwaza mafên xwe yên rewa û azadiyê bikin.
Û amadebûyan bal kişandin ser ku ev wekhevî derewên ku ev bi dehên salan e rijêma Esed dike, û piropagendeya dibêje ku ew bergirî û berxwedanê dike eşkere kir, û cext kirin ku ew du aliyên heman diravî ne, û di kuştin û tawanan de hevkar in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî