Ofîsa Jinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane li dar xist, û amadebûyan pilana karê ofîsê ya qonaxa dahatî gengeşe kir, û lêveger û nirxandin ji xebatên ofîsê di qonaxa bûrî de re çêkirin.
Û amadebûyan behsa rêyên pêşxistina karê ofîsê û danîna mîkanîzmên nû û pilana pêwendiyên li gel tevaya çalakvan û saziyan li deverên rizgarkirî kirin.
Û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Seroka Ofîsê Ruba Hebûş seroketiya civînê kirî, û têde Semer Elhesen û Fayze Hemdo û Rene Aga û Rojîn Ibrahîm, her weha berpisyarê ofîsa jinê li deverên rizgarkirî Endamê Hevbendiya Niştimanî Necîb Rehmon amade bû.
Û Cîgira Serokê Hevbendiyê di civînê de got ku niha ofîs pirosesa nirxandineke berfireh li ser karê dema bûrî dike, û bal kişand ser pêwîstiya çalakkirin û berfirehkirina çalakiyên ofîsê.
Û Seroka Ofîsê Ruba Heboş pêşniyariyin taybet derbarê lidarxistina workşop û çalakiyan di qonaxa dahatî de pêşkêş kirin, wek mafên jinê yên destûrî di makezagona sûriya pêşeroj de, nûnertiya jinê, karê jinê di kartên hikûmetê de û rola wê di rêvebiriya xwecihî de.
Û amadebûyan pilana çalakiyên ofîsê di heyva niha de gengeşe kirin, û tekezî li ser pêwîstiya pirkirina pêwendiyan li gel tevaya saziyan li parêzgeha Idlibê kirin, her weha lidarxistina çalakî û karên hevbeş bi wan re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî