Ofîsa Jinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, workşopek li deverên rizgarkirî li ser karê pêşxistina beşdariya jinê di jiyana siyasî û civakî de lidar xist, û di workşopê de Cîgira Serok Hevrêzkara Ofîsa Jinê Ruba Hebûş û hejmarek ji sazî û aliyên têkildarî jinê amade bûn, her weha hejmarek ji kesayetên giştî û xwendekaran.
Û di worşopê de Endamê Komîteya Destûrî Mamoste Huda Sircawî beşdar bû, û li ser ezmûna xwe axivî, û çawa karîbû bigihêje navendên rayedariyê û yên siyasî tevî hemû astengên li pêşiya jinê, û tekezî li ser karîn û şiyanên jina Sûrî kir.
Û beşdaran nerînên xwe li ser nûnertiya jinê di kutleyên siyasî û saziyên civaka sivîl de pêşkêş kirin, û tekezî li ser pêwîstiya ku divê jin di warê kar de û di lixwegirtina darayî de mafên xwe bistîne kirin, daku çanda civakê di warê baweriya bi şiyanên jinê ku bi pileyên siyasî gihînê xurt bibe.
Û beşdaran daxwaza zêdekirina nûnertiya rêjeya jinê di laşên opzisyonê de kirin, daku rola jinê ya berçav di pêşeroja sûriyê de hebe, û siyaseta cudahiyê dijî jinê bête birîn,her weha biryardana pirensîpên lêpirsînê di wê warî de.
Û civîngeran bi hejmarek ji pêşniyar û temîniyan derketin, daku ji bo xurtkirina rola jinê di serkirdatiya siyasî û civakî de birêkevin, û tekezî li ser giringiya avakirina ofîsên jinê di hemû laşên siyasî û komeleyên sivîl de kirin, û dest bi pirsnameyan bo hilbijartina jinên rayedar li kêlek karê avakirina zincîreke li dû hev ji xolên rahênanên siyasî bikin, daku kevirê bingehîn bo komeleyeke taybet bi jinê deynin ji bo ku nûnertiya wê bike û têkildarî karûbarê wê be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî